Sevim Hatun
07 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Muxtaran a 31em a li Kulliyeya Serokomariyê hat kirin de, rojevê nirxand.
Serokomar Erdogan got: "Welatiyên min hatin, berê xwe dan lireyê Tirkeyê, herwiha kî, li kuderê, di destê wî de çiqas dowîz hebû hemû hûr kir, kir lireyê Tirkiyeyê. Ez spasiya miletê xwe dikim. Ez spasiya welatiyên xwe dikim, bila her hebin, bila canê wan sax be. Ev milet wexta ku mesele welêt be mesele milet be dev ji her tiştî ber dide. Bala xwe bidinê di destê wan de çiqas hebû hemû hûr kirin. Bawer im biryardariya di vê mijarê de wê dewam bike.
Di van rojên ku Tirkiye tê da li Sûriye û Iraqê hemleyên cidî diavêje, li Meclisê gavên ji bo sîstema serokomariyê diavêje, hinek ma ku ji bo Yekîtiya Ewropayê biryarên girîng bide da carekî dîsa sîlaha aboriyê ber bi me kirin."
-"Em ê li hember pêkutiya dowîzê xwedî li pereyê xwe derkevin"
Serokomar Erdogan ragihand ku wê li hemberî pêkutiya dowîzê xwedî li pereyê xwe derkevin û wiha dewam kir:
"Dema min got 'Ez tenê jî bimînim', li ser hev twît hatin avêtin. Xwedê ji gelê min razî be. Twîtên ku 'Tu tenê nînî' hatin avêtin. Niha jî dibêjim ez dizanim ku tenê nînim û bi heman awayî em ê li hember pêkutiya dowîzê xwedî li pereyê xwe derkevin û qîmeta lireyê tirkiyeyê zêde bikin."
Erdogan got em jî dizanin ku di bazarê de kar û bar sekiniye û axaftina xwe wiha domand:
"Ev ji ber sedemên berbiçav zêdetir, ji ber tiştên psikolojîk û provokatîf çêdibe, em vê jî baş dizanin. Di rojên dawîn de kurên dowîzê li hember pereyê Tirkiyeyê zêde dibe. Dema em sedema vê dinêhêrin em sedemeke aboriyê ya berbiçav nabînin. Hin alî rewşeke neyênî derdixin holê û ji ber vê kur bi awayekî sunî zêde dibe. Wek her car, vê carê jî me derfetên dewletê xebitand û me alîkarî ji gelê xwe xwest. Me got 'dowîzên di bin balgiyên xwe de hûr bikin, bikin pereyê Tirkiyeyê, an jî bikin zêr'. Lewra me xwest ku yên dixwazin bi tesîra dowîzê va me teslîm hildin, bersiveke wiha ji me hildin.
Bawer bikin ew ê di vê mijarê de welatiyên me zirarê nekin, ez ji vir mizgîniyê didim wan, ew ê kara wan hebe. Qet xem nekin. Ewê hemû kar û zirar baştir bê hesab kirin. Di bazirganiya bi welatên ji hêla bazirganiyê ve ji bo me giring de, serdema bikaranîna pereyê herêmî wê dest pê bike."
-"Lazim e em jî bi heman muqabeleyê bersivê bidin"
Serokomar Erdogan ji gotinên Mihemed Akîf mînak nîşand dan û wiha pê de çû: "Mihemed Akîf çi dibêje, 'Ez serhişk nînim, lê ez pez jî nîn im, dibe ku stûyê min were jêkirin, lê kes nikare serê min li ber xwe bitewîne.' Vaye bi vê helwestê ez bangî hemû karsaz, veberdêr, esnaf, pîşekar û bazirganên welêt dikim û gavan biavêjin. Werin em hemû bi hev ra çerxa aboriyê bizivirînin."
Serokomar Erdogan got: " (Li Almanyayê mehrûmkirina Bahçekapiliyê Cîgirê Serokê Meclisê) Tu terorîst hiltînî li welatê xwe dikî mêvan lê Alîkarê Serokê Meclisa vî welatî û heyeta pê ra li ber derî bi saetan didî sekinandin. Niha divê heman tişt li van jî neyê kirin. Paşê jî dibêjin Erdogan dibe dîktator. Heke tu xeletiyeke wiha li Alîkarê Serokê Meclisa min û parlementereke jin bikî, polêsên te bikin, lazim e em jî bi heman muqabeleyê bersiv bidin. Heta ku mayê ji bo wan personelên te yên li wê derê ne neyê kirin Tirkiye jî wê bi muqabele bersiv bide û lazim e bike jî."