Haydar Şahin
18 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2018
ŞANLIURFA
Serdal Altunê derhênerê ciwan ê ku bûyerên li Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê ya li sînorê Sûriyeya şerê navxweyî lê dewam dike dîtibû li gor kurtefîlmê şîrove kir û xelatên neteweyî û navneteweyî qezenc kir, hewl dide ku bala dinyayê bikişîne ser tradejiya şer.
Serdal Altunê 27 salî yê ku dixwest bibe derhêner 8 sal berê Fakulteya Hunerên Xweşik a Zanîngeha Gazîentabê xwend û piştî xwendingehê bi îmkanên kêm va dest bi kişandina kurtefîlman kir.
Altunê ji ber ku li sînor dijî ji nêz va şahidiya şerê navxweyî yê Sûriyeyê jî kir di tesîra zarokên mexdûrên şer da ma û biryar da ku fîlmên qala vê dramê dikin bikişîne.
Serdal Altun di tesîra bombebarana li ser Resuleyna bajaroka Sûriyeyê da ma û fîlma xwe ya ewil a bi navê "Bafirok" kişand û di fîlmê da qala zarokên li sînor dijîn dike. Zarok di fîlmê da ji bo pêşî li bombebarana teyareyên şer bibirin bafirokan difirînin.
Di fîlmê da navê welatekî, alayek, aliyekî an jî peyameke siyasî nehat bikaranîn bi tenê bi çavên zarokan li şer mêze kir. Di demeke kin da fîlmê 15 xelatên neteweyî û navneteweyî sitand.
Ji bo Altunê derhênerê ciwan xelata herî girîng ew bû ku li Şaredariya Çekmekoyê ji destê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan girt. Altun di pêşbaziya bi sernavê "Mihemed û Edaletê" da kete rêza duduyan.
Serdal Altunê ku bi van xelatan kêfxweş bû îsal jî bi piştgiriya Şaredariya Ceylanpinarê fîlma "The Roll" (Pêlîstoka Dergûş) kişand.
Altun di fîlmê da qala zarokeke ji Sûriyeyê ya ku gule li pêlîstoka wê ya dergûş ketiye û ji pêlîstoka xwe ra merzel vedide dike. Altun bi fîlmê va di Pêşbaziya Kurtefîlman a TRT World Citizenê ya ku ji 110 welatî 4 hezar kesî serî lê xist da kete rêza duduyan.
Altun bi vê fîlma xwe va serî li gelek pêşbaziyên neteweyî û navneteweyî yên fîlman xist.
- Şer û zarok
Serdal Altunê derhênerê ciwan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got serkeftina herî mezin a derhênerekî ew e ku rastiya cîvakê di berhemên xwe da nîşan bide.
Altun got wekî her hunermendî ew jî li bûyerên li der û dora wî diqewimin mêze dike, ji ber ku li nêzî sînor dijî gelek trajediyên ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê 8 sal e dewam dike dît.
Altun got ji wan trajediyan 2 kurtfîlm kişandin û wiha pê da çû:
"Ez li ser sînemaya zarokan dixebitim, eleqeya min bi dinyaya mesûm a zarokan heye. Projeya min a ji 3 fîlman pêk tê ya şer û zarokan bikişînim. Fîlma Bafirokê 15 xelatên li welatên wekî Tirkiye, Amerîka, Almanya, Hindindistanê hilda. Ji bo min xelata herî girîng ew bû ku li Şaredariya Çekmekoyê ji destê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan girt. Ji bo min meneya wê zehf zêde ye. Fîlm li 50 festivalî hat nîşandan."
Altun got ku fîlma wî ya Pêlîstoka Dergûş jî di demeke kin da eleqeyeke mezin dît û bawer dike ku fîlmê di branşa xwe da deng vede.