Önder Beyter
18 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2018
VAN
Ji ber bandora demsalê ava Gola Wanê kêm bû û vê yekê jî kir ku li navçeya Erdîşê giraveke piçûk derketeve ortê.
Piştî ku ava golê kêm bû, li tanga Çelebîbaxiyê giraveke piçûk jî bere bere derdikeve ortê û bala çiyager û tebîethezan dikişîne.
Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Berhemên Avê yê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Dr. Mustafa Akkuş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku Gola Wanê 1650 mêtro bilind e û rûberê wê jî 3 hezar û 713 kîlomêtrokare ye.
Akkuş diyar kir ku Gola Wanê qedera 600 hezar sal berê çêbûye û herwiha ava wê jî car caran kêm dibe û car caran jî zêde dibe. Akkuş herwiha bal kişand ku di binê golê da gelek raz hene ku hê eşkere nebûne.
Akkuş got, ev girava piçûk ku piştî ava golê kêm bû derket holê, yek ji wan razên di binê golê da ne û wiha dewam kir, "Belkî jî ev girava ku bi sedan an jî bi hezaran sal berê li bejayê bû, ji ber ku av zêde bû, di binê avê da ma û niha jî ji ber ku av kêm bû derket ortê."
Akkuş diyar kir ku herçiqas piçûk be jî, lê giraveke din jî li Gola Wanê zêde bû û wiha dewam kir:
"Divê em vê nirx û berateyên Gola Wanê di turîzmê da jî biemilînin. Ji ber ku di dinyayê da yek ji sektorên ku pêşva diçin jî ekoturîzm e. Di binê Gola Wanê da keleheke qerase, mîkrobiyalîtên herî mezin ên dinyayê, keştiya binabûyî ya Ûris û masiyê kefal hene. Divê em van yekan di tûrîzma herêmê da biemilînin."
Welatiyê ji herêmê Kurbanî Ozdaş jî diyar kir ku zaroktiya wî li kêleka golê derbas bû û ev cara ewil e ku ew vê girava piçûk a ku derketiye ortê dibîne.
Ozdaş bal kişand ku wekî xelkê herêmê ew dixwazin navê "Emrahê Erdîşî" bidin vê girava piçûk.