Önder Beyter
10 Gulan 2018•Rojanekirin: 10 Gulan 2018
KUTAHYA
Personelê Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgeha Kutahyayê bi meşê dest bi mesaiyê kirin da ku balê bikişînin ser girîngiya meşê ya ji bo tenduristiyê.
Rêveber û personelê Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehê bi minasebeta "10ê Gulanê Roja Meşa Ji Bo Tenduristiyê" va li Parka Jiyanê ya Şaredariya Kutahyayê kom bûn û li vir qedera 45 deqîqeyan meşiyan.
Midûrê Tenduristiyê yê Parêzgehê Îsmaîl Zehîr piştî meşê daxuyanî da rojnamegeran. Zehîr di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku wekî personelê midûriyeta tenduristiyê, ji bo balkêşanê ew meşiyan.