Li Kutahyayê komeke alîgirê klûba Beşîktaşê bi boneya 112emîn salvegera damezirîna klûba xwe ve hatin cem hev û 112 çirax vêxistin û pîrozbahî kirin.
Alîgir bi dirûşma "çiraxa xwe hilde û were" ve li Keleha Hîsarê ya ku berhemeke nîşaneya bajêr e li hev civiyan û bi boneya 112emîn salvegera damezirînê marşên Beşîktaşê xwendin, çiraxên di destê xwe de vêxistin û gotin, "şampiyon Beşîktaş".
Li ser navê komê Ozkan Elbîr daxuyanî da û bi bîr xist ku ew 112emîn salvegera damezirîna Klûba Beşîktaşê pîroz dikin û wiha pê de çû: "Wekî Beşîktaşiyên ji Kutahyayê em hatin cem hev û em salvegera klûba xwe pîroz dikin. Em derketin ser keleha Kutahyayê ya ku zîrweya bajarê me ye. Pîrozbahiyeke xweş pêk hat."