Fatih Gazioğlu
27 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2018
ANKARA
Bombeya MK-24ê di ceribandina de ji leza deng derbas bû û hedefa xwe kun kir.
Li gor agahiyan, di ceribandinê da bombeya MK-24ê ya bi qasî tonekî giran e, ji leza deng derbas bû û hedefa xwe ya beton a ku bi pola hatibû qewînkirin, bi serketî xist û beton kun kir.
Li ser ceribandinê ji Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo testên çekên sîstemên neteweyî li Karapinara navçeya Konyayê ji hêla TUBÎTAK SAGEyê bi navê Binesaziya Testa Dînamîk ya Sîstemên Biray ya Serikên Herbê (HABRAS) projeyek hat amadekirin.
Projeya HABRASê di hezîrana sala 2017an da dest pê kiribû û 31ê cotmehê jî bi merasimekê hatibû vekirin.
Di ceribandinê da leza bombeya MK-24ê di saetekê da gihîşt hezar û 850 kîlometreyî û li hedefa xwe xist.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku HABRAS bi 2 hezar mêtro dirêjiya xwe va li Ewropayê di nav rayên bicot de ya herî dirêj tê qebûlkirin.
Li ser ceribandina bombeyê Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank jî li ser hesabê xwe ya twîtterê daxuyanî da û wiha got:
"Em di ceribandina HABRASa projeya TUBÎTAK SAGEyê ya ku ji hêla Serokomarê me hatibû vekirin da bûn şahidê rojeke dîrokî. Di ceribandina bombeya ku giraniya wê tonek bû, leza wê car û nîvekê zêdetir ji leza deng derbas bû û li hedefa xwe xist. Ev ji bo sanayiya me ya parastinê serkeftineke zehf girîng e."