Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatin bi dest xistin, balafirên şer ên artêşê bi "bombeyên warîlê" êrîşî cihên rûniştinê yên bajaroka Beyciyê ya bajarê Selaheddînê kirin. Di êrîşî de 6 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Waliyê Selaheddînê Ehmed el-Cûbûrî daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê artêş di operasyonên xwe de sivîlan û komên çekdar ji hev veqetîne û wiha hat gotin: "Divê hikûmeta Iraqê li cihên ku qontrola wan ji dest çûye dîsa qontrolê bixe destê xwe. Lê belê hikûmet divê vê bi awayekî qanûnî bi yekîneyên artêşê re bike, ne bi milîtanan."
Li welêt ev demek e ku pevçûn hene û valahiya otorîteyê heye, milîtanên DÎŞIyê û hêzên hin eşîran, digel bajarên wekî Mûsil, Tikrît, Bakûba û Telaferê navçeyên Enbarê yên wekî El-Qaîm, Rawe, Aneh, Ratbe û Hadîseyê jî bi dest xistibûn.