18 Sibat 2017•Rojanekirin: 19 Sibat 2017
ŞANLIURFA
Bekir Bozdagê Wezîrê Dadê, Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî û Faruk Çelikê Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê li Wêranşehra navçeya Şanliurfayê li ciyê wesaîta bombebarkirî êrîş hat kirin, lêkolîn kirin.
Bozdag, Soylu û Çelikê hatin Wêranşehrê ji Gungor Azîm Tunayê Waliyê Şanliurfayê û Veysel Tîpîogluyê Midûrê der barê bûyerê da agahî hildan û piştî lêkolîna li ciyê bûyerê li ber Edliyeya Wêranşehrê daxuyaniya çapemeniyê dan.
Wezîrê Dadê Bozdag der barê êrîşa terorî ya li Wêranşehrê da wiha got: "Di demên berê da jî ji darazê şehîtên me çêbûn. Li Îzmirê di êrîşa terorî ya demeke nêz li wir qewimî da jî şehîtek me hebû. Li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê hebû û niha jî li vir heye. Ji vana tu yekê wê nikaribe kesên wezifeya xwe ya edaletê bi cih tînin ji rê bizivirîne."
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu diyar kir ku der barê êrîşa terorê ya ku li Wêranşehra navçeya Şanliurfayê bi wesayîta bombebarkirî va hat kirin da 26 kes hatin binçavkirin.
Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî destnîşan kir di êrîşa terorî ya bi wesaîta bomebarkirî li Wêranşehra navçeya Şanliurfayê hat kirin da yek dergevanê ewlehiyê 2 kes şehît bûn, 2 jê giran 11 kes tên dermankirin û wek mayîn di 14 avahiyan da xisar çêbû.