Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker der barê çalakiyên ku bi hinceta êrîşên DÎŞIyê yên li ser Kobanêyê tên lidarxistin de wiha got: "Ev sekna aqil e, pêngava jehrîkirina pêvajoyê ye."
Wezîr Eker daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir der barê êrîşên DÎŞIyê yên li dijî Kobanêyê de li ser medyaya civakî êrîşî hikûmetê dikin û agahiyên xelet belav dikin.
Eker destnîşan kir ku hin kes bi vê pêngavê ve dixwazin ku dîsa li Tirkiyeyê bûyerên tundiyê derkevin holê, kaosê derxin û rewşa bi hizûr jehrî bikin.
Eker got ku, "Dibê her kes bi aqlê selîm di tevgerê de be û ji bo aştiyê helwestê nîşan bide" û wiha axivî:
"Hemû aktorên ku siyasetê, rêveberên partiyan, şaredar û nûnerên saziyên civaka sivîl dibê banga aqlê selîmê bikin. Lewre dikanên ku tên şewitandin yê kurdan in. Wan kesan bi pereyê ku di dikanên xwe de qezenc dikirin ve alîkarî didan kesên ku ji zilma DÎŞIyê direvin. Hûn dikanên wan xirab dikin û agir berî didin. Ev sekna aqil e, pêngava jehrîkirina pêvajoyê ye. Lewre bi pevajoyê ve herêm aramî bû û xweşhalî hat. Hemû kesan jî para xwe ji xweşhaliyê hildan. Bazirgan û ensafan pere qezenc kirin. Hin kesan çev berdan vê û dixwazin ku vî tiştî xirab bikin."
Eker wiha pê de çû:
"Di rewşeke wiha de bi hinceta Kobanêyê û agahiyên xelet ve hedka welatiyan dibin ev helwesteke baş nîne. Ev sekna aqil e. Molotofan didin destê zarên 15 salî û dişînin dikanan, bankeyan, saziyên dewletê û ambulansên ku nexweşana dibin û tînin didin şewitandin. Di şerê cîhanê de jî tu kesî êrîşî endamên tendirustiyê nekiribû. Me li Diyarbekirê dît ku ambulansê kevir dikin."