Nihat Kavşut
25 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
ÎZMIR
Andrew Craîg Brunsonê keşeyê Amerîkayî yê ku bi îdiaya li ser navê FETO û PKKya rêxistina terorê sîxurî û sûc kiriye girtî dihat darizandin ji ber "tenduristiya wî" derbasî hepsa malê kirin.
Dageha Cezayê Giran ya 2yemîn ya Îzmirê di rûniştina 18ê Tîrmehê da biryar dabû Brunson girtî bê darizandin û Îsmaîl Cem Halavurtê parêzerê Brunson ji ber sedemên tenduristiyê îtirazî biryara dadgehê kir.
Dadgehê îtiraza parêzer nirxand bi şertê ji navnîşana xwe ya li Îzmirê dernekeve û qedexeya derketina dervayî welêt Andrew Craîg Brunsonê keşeyê Amerîkayî ji ber "tenduristiya wî" derbasî hepsa malê kirin.