Nihat Kavşut
25 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî şerha betalkirinê ya li ser pasaportên 155 hezar û 350 kesî ku ji ber rewşa hevserên wan danîbû rakir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî hat diyarkirin ji ber ku ji hêla qanûnî va tu astengî tuneye şerha betalkirinê ya li ser pasaportên 155 hezar û 350 kesî ku ji ber rewşa hevserên wan hatibû danîn hatiye rakirin.