İbrahim Atmaca
10 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2018
ANKARA
Çar wezîrên ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ew tayîn kirin, ji parlamneteriyê îstifa kir.
Wezîrê Maliye û Xezîneyê Berat Albayrak, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul ji parlamenteriyê îstifa kir.
Di malpera înternetê ya Meclisê da ji bo van navan gotina "Li gor benda 106em a Destûra Bingehîn wek alîkarê Serokomar an jî wezîr hat tayînkirin" hat nivîsandin.
Bi îstifayan va li Meclisê hejmara parlamenterên AK Partiyê daket 290î.