İbrahim Atmaca
10 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wê beşdarî Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê ku wê 11-12ê tîrmehê li Brukselê were lidarxistin, bibe.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê hat dayîn, di lûtkeyê da gavên ku Tifaqa NATOyê di warên ewlehiyê da davêje wê ber çav ra were derbaskirin û wê li ser ewlehiya Ewropa û Atlantîkê fikr û ramanên xwe yên stratejîk ji hev ra bêjin.
Serokên Dewleta Gurcistan û Ukraynayê jî wê beşdarî rûniştinê bibin û tê plankirin ku tevkariya van welatan û NATOyê were xurtkirin.
Serokomarê Efxanistanê Eşref Ganî û Serokê Heyeta Îcrayê Ebdullah Ebdullah jî wê beşdarî rûniştinê bibin. Tê payîn ku di rûniştinê da piştgiriya tifaqê ya ji bo Efxanistanê were teyîtkirin û piştgiriyeke zêdetir ji Efxanistanê were eşkerekirin.
Tê payîn ku Serokomar Erdogan wê bi wesîleya lûtkeyê bi hevkarên xwe ra hevdîtinan jî bike.