Önder Beyter
05 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ligel Wezîrê Karên Derva yê Bangladeşê Ebûl Hesen Mehmûd Elî li ser têlefonê qise kir.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, Çavuşoglu di axaftina xwe ya ligel hevmewqiyê xwe yê bangladeşî da li ser qetlîamên dijî misilmanên arakanî û herwiha rewşa dawîn a misilmanên arakanî rawestiya.
Di vê navberê da Wezîr Çavuşoglu der heqê qetlîamên dijî misilmanên arakanî ku di vê axiriyê da zêde bûn da xebateke xurt a dîplomasiyê didomîne.
Çavuşoglu der heqê rewşa misilmanên arakanî da ligel Wezîrê Karên Derva yê Malezyayê Anifah Aman, Wezîrê Karên Derva yê Endonezyayê Retno Marsudi, Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Şêx Mihemed bîn Ebdurehman Al Sanî, Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf û Sekreterê Giştî yê Berê yê Neteweyên Yekbûyî Kofi Annan xeberdabû.