Abdullah Tel
12 Îlon 2018•Rojanekirin: 13 Îlon 2018
DIYARBAKIR
Bi saya xebatên islehkirina tov û piştgiriya Wezareta Çandinî û Daristanê li Diyarbekirê qada gilgil lê tê ajotin sal bi sal fireh dibe û tê payîn ku îsal ji 250 hezar donimê gilgil lê ajotî ye bi qasî 340 hezar ton zad bê rakirin.
Li Diyarbekirê bi saya xebat û piştgiriyên wezaretê qada ku gilgil lê dihat ajotin di nav 10 salan da bi qasî 10 qatî zêde bû.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Mustafa Ertan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li seranserê bajêr bi qasî 7 milyon donim zevî heye, ji vî zeviyê hanê niha bi qasî milyon û 600 hezar donim tê avdan û bi temambûna Projeya Sîlvanê va 4 milyon û 200 hezar donim erd wê bê avdan.
Di çandiniya avî ya li bajêr da Atalar got ku pembû û gilgil derdikevin pêş û wiha pê da çû: "Di salên dawîn da bi saya piştgiriya wezareta me û xebatên îslehkirina tovan a ji hêla saziyên lêkolîn û zanîngehên me va çandiniya gilgil li bajêr balê dikşîne. Bi saya vê jî li bajêr devera gilgil lê tê ajotin û zadê em jê radikin jî fireh bû.
Atalar ragihand ku li Diyarbekirê di sala 2006an da li 50 hezar donimî gilgil dihat ajotin û îro ev qad derketiye 250 hezar donimî û di sala 2006an da ji zeviyan nêzî 44 hezar ton gilgil hat rakirin û lê par ev reqam nêzî 300 hezar tonî bû.
Di berdewamiya axaftina xwe da Atalar got: "Dahata ji gilgil kêfa cotkarên me tîne û rûyê wan geş dike. Ji ber vê jî li Diyarbekirê zeviyên gilgil lê tên ajotin zêde dibin."