Türkan Tosun
12 Îlon 2018•Rojanekirin: 13 Îlon 2018
MÛŞ
Li Mûşê ji ber ku hewa êdî sar dibe welatiyên ku derketibûn zozanan hêdî hêdî vedigerin gundên xwe.
Welatiyên ku havînê çûbûn zozanên Yucetepe, Baxçe, Dêrîk û Kurtukê ji ber ku hewa sar dibe vedigerin gundên xwe yên Yucetepe û Baxçeyê.
Îslam Tanê 30 sal e li gundê Yucetepyê şivantiyê dike got ew biharê diçin Zozana Dêrîkê ya ku 20 kîlomêtro dûrê wan e û heywanên xwe li wir xwedî dikin.
Tan got ew sê mehan li zozanê dimînin û wiha axivî: "Em êdî vegeriyan. Em li zozanê penêr, qatix û rûnê nivîşk hildidin. Heke Xwedê nesîb bike emê saleke din dîsa herin zozanan. Tekane daxwaza me ew e ku bila li welatê me aramî çêbe."
Cîhan Yildirim jî got jin li zozanan rojê du caran heywanan didoşîn û çend roj şunda ev kar jî wê dawî bibe.
Berîvan Nazmiye Tanê jî got ew zozanan vegeriyane û dema berf bibare ewê heywanên xwe bibin cihên germ.