29 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Parlementerê AK Partiyê û Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu li Sîlîvriyê li rûniştina doza FETOyê temaşe kir.
Di dozê da 135 jê girtî 143 bersûc ji ber bûyerên hewla derbeya 15ê Temûzê ya ser Pireya Şehîdên 15ê Temûzê ku 34 kes lê hatibûn şehîdkirin tên darizandin. Ji bo bersûcan 37 caran cezayê hepsê yê heta hetayê tê xwestin.
Davutoglu piştî ji rûniştina dozê derket got ku di dîroka vî miletê da ji bêbextiya herî mezin yek jî 15ê Temûzê ye.
- "Cezayê hewce dike wê bê birîn"
Di axaftina xwe da Davutoglu ragihand ku li hemberî dewlet, hikûmeta meşrû ya hatiye hilbijartin, serokomar, saziyên dewletê yên meşrû û welatiyan sûcekî mezin hatiye kirin û wiha pê da çû: "Edaleta Tirk yê hewce dike wê bike û cezayê li FETOyê wê çeteya bêbext a ku xwest pêşeroja miletê me tarî bike û wê şevê xwîn rijand, bibire. Bila tu kes ji bo reşkirina van dozên hanê hewl nede û Tirkiye li dijî kampanyayên reşkirina vê dozê wek dewleteka hiqûqî herî tiştên hewce dikin jî yek bi yek bi cih tîne."
"Wek milet divê em li cihekî hevpar bên bal hev"
Rojnamegeran fikra Davutogluyê Serokwezîrê berê yê di mijara Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ev 10 roj e dest pêkiriye da meraq kirin û jê pirsîn ku hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Davutoglu ewilî rehmet li eskerên şehîd ketin anî û got: "Li Sûriyeyê bobelateke mezin a mirovahiyê ya ev 7 sal in dewam dike, heye. Wek Tirkiye me di qeyrana Sûriyeyê da helwesteke biprensîp nîşan da. Ewilî ji bo rejima Sûriyeyê bi gelê xwe ra neyê hemberî hev me hewl da ku qanî bikin û jê xwest ku bila ji bo şer û pevçûn neqewimin tewdîran hilde. Ev nebû lê di dema emilandina çekên kîmyevî da jî me gelê Sûriyeyê bi tenê nehişt û em li wan xwedî derketin û me ev nîşanî çar aliyê da."
Davutoglu destnîşan kir ku ji ber operasyona li ser Efrînê divê yekîtiya miletê hebe û wiha dewam kir: "Ez îro ji ber ku vê yekîtiyê dibînim pir kêfxweş im. Di mijara operasyona ser Efrînê da yekîtiya neteweyî xuya dike. Lazim e ev bê parastin. Ev yek di bin banê Meclisê da jî divê bê nîşandan. Hemû partiyên me yên siyasî bêyî lê û lo divê li pişt artêşa me û eskerên me bin û milê xwe bikin milê wan."
Hevdîtina ku hefteya borî bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra kiribû jî jê hat pirsîn û Davutoglu ji bo vê jî got ku ew hevtîtineke pir asayî bû û ji ber pêşkeşkirina wê derfetê jî ji Serokomar Erdogan ra spas kir.