07 Tebax 2017•Rojanekirin: 08 Tebax 2017
ANKARA
Bekir Bozdagê Alîkarê Serokwezîr li Midûriyeta Giştî ya TRTyê bi nûnerên Enqereyê yên rojname û televizyonan ra civiya.
Bozdagê Alîkarê Serokwezîr li ser biryara ku şikbarê yekcure cil û bergan li xwe bikin wiha got: "Der barê rengê wan de nediyarî tune, lê der barê şikl û çarçoveya wê de li gor min jî divê verastkirineke qanûnî bê kirin. Wezaret li ser vê dixebite, ewê vê xebatê bi hikûmeta me re bibêje. Piştî wê biryara dawîn wê bê dayîn. Îhtimalek wê li rojên pêş me di biryarnameyeke ku hikmê wê wek qanûnê ye va ew verastkirin wê bê kirin."
Bekir Bozdagê Alîkarê Serokwezîr der barê mitînga Maltepeyê ya Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê da wiha got: "Li gorî qinaetê min ji bo namzediya 2019an li bingehê digere. Ev mitîng jî ji bona namzediyê gava ewil e. Dixwaze peyamê bide derdorên mihafezekar û derdorên din. Dibêjê 'ez dibim hamiyê we hemûyan.' Mitînga edaletê nebû, teqez mitînga namzediyê bû. Ev eşkere ye."