Muhammet Kurşun
14 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2017
ANKARA
Wezîrê Berevaniyê Fikri Işik, ragihand ku di çarçoveya pêşdebirina projeya sîstema moşekan û parastina esmanî de, di navbera şirketên Tirkiye Fransa û Îtalyayê de mutabeqeta yekem hat îmzekirin.
Işik beşdarî resepsiyona Balyozxaneya Fransayê ya bi minasebeta Roja Neteweyî hatibû lidarxistin bû.
Işik li vir bersiva pirsên rojnamevanan da û got ji bo sîstema parastina esmanî û moşekan di navbera şirketên Tirkiye, Fransa û Îtalyayê de mutabeqet hatiye îmzekirin.
Wezîr Işik diyar kir ku muzakere salek in dewam dikin û îro îmzeyeke muhîm avêtine.