Abdullah Tel
14 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2017
ANKARA
Di çarçoveya Rewşa Neasayî da Biryarnameya di Hikmê Qanûnê da (BHQ) ya bi Jimara 692an ku lîsteya xebatkarên dewletê yên ji kar hatin avêtin û yên paşve hatin hildan jî di nav da ne di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket rewacê.
Di Lijneya Giştî ya 5ê Hezîranê da bi Serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va civîn kir, ji bo hildana hin tevdîrên di çarçoveya Rewşa Neasayî da biryar hatibû dayîn.
Kesên têkiliya wan bi rêxistinên terorê ra hene û ji bo ewlehiya welêt talûkene bêyî tu miameleyî ji saziyên dewletê yên kar dikirin da hatin dûrxistin û Waliyê berê yê Stenbolê Huseyin Avni Mutlu jî hat îxrackirin.
Bi BHQyê va rutbeya 108 ji hêzên bejayê, 112 ji hêzên behrê û 122 jî ji hêzên esmanî bi tevahî rutbeya 342 personelên Artêşa Tirkiyê ku berê hatibûn teqawîdkirin, ji wan hat stendin.
Di çarçoveya Rewşa Neasayî da bi BHQya jimara 692 ku di Rojnameya Fermî hat weşandin da 2 alîkarên walî jî di nav da bi tevahî 312 personelên dewletê paşve hatin hildan.
Di çarçoveya Qanûna Nîşan û Madalyayan a bi jimara 2933an da jî madalyayên berê dabûn Hakan Şukur û Arîf Erdem jî bi BHQya dawîn va paşve hatin hildan.
Di nav saziyan da bi 56 personalî va herî zêde xebatkarên Îdareyên Taxî ya Wezareta Karên Navxweyiyê hatin hildan û di pey wê ra jî ji bo Serokatiya Karên Diyanetê 36 xebatkar paşve hatin hildan. Wezareta Karên Navxweyî 2 alîkarên walî paşve hilda û ji bo zanîngehan jî 26 xebatkar hatin îadekirin.