Sevim Hatun
03 Mijdar 2016•Rojanekirin: 03 Mijdar 2016
WASHINGTON
Wezîrê Parastina DYAyê Ashton Carter der barê operasyona xilaskirina Reqaya di kontrola DEAŞa rêxistina terorê de got, li ser rola xwe ya di operasyonê de bi Tirkiyeyê re hevdîtinan dikin.
Carterê ku li eyaleta Mîssouriyê beşdarî çalakiyekê bû, li vir pirsên rojnamegeran ên der heqê operasyona rizgarkirina Mûsilê de bersivandin.
Carter wiha dewam kir:
"Niyeta me heye em bi hêzên ku bikaribin Reqayê dorpêç bikin re di demeke nêz de herin Reqayê. Di vê mijarê de hevdîtinên me yên bi Tirkiyeyê re dewam dikin. Niha em li xeta navbera Cerablus û Mareyê de bi Tirkiyeyê re dixebitin. Ev mijar mijareke girîng e û lazim e em behsa wê bikin. Ev ji bo parastin û ewlehiya sînorê Tirkiyeyê girîng e. Herwiha operasyonên ku em bi Tirkiyeyê re birêva dibin hene û bi saya van opersayonan me Dabiq paşve sitand."