Abdullah Tel
05 Gulan 2018•Rojanekirin: 06 Gulan 2018
KAYSERÎ
Serokwezîr û Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim der barê hilbijartina ku wê di 24ê hezîranê bê kirin da got: "Ji bona ku car din 27 Gulanê, 12ê Adarê, 12ê Îlonê, 28ê Sibatê, 17-25ê Kanûnê û 15ê Tîrmehê neqewime gel dest avêt meseleyê. We bi referanduma di 16ê Nîsanê da got ku 'êdî gotin û biryar ya gel e.' Me berê xwe daye pêşerojê û ber bi armancên mezin va dimeşin. Dem ew dem e ku em Tirkiyeyê rakin ser lingan. Dem ew dem e ku em Tirkiyeyê bigihînin hedefên salvegera 100emîn. Dem ew dem e ku em Recep Tayyîp Erdogan bikin serokomarê pergala teze."
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Yildirim di Kongreya Bajêr a Şaxa Jinan a AK Partiyê ya Qeyseriyê da axivî û got ku ew ê hemû deq û dolabên li ser Tirkiyeyê tên lîstin bi hilbijartinê va serobin bikin û wiha pê da çû: "Di 24ê Hezîranê da lîstikên ku li ser aborî û siyaseta Tirkiyeyê dilîzin ew ê werin xirabkirin."
Di axaftina xwe da Yildirim baweriya xwe ya bi miletê jî anî ziman û got: "Milet bayekî wisa rakir ku banê wan hewl dida ava bikin firî û çû."
Yildirim Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu jî rexne kir û wiha pê da çû: "Serokê partiya muxalefeta sereke der barê 24ê hezîranê da rabû û qîrîna serfiraziyê kir lê nikaribû bibêje ku 'ez namzed im'. Ji bo Xwedê Serokê partiya muxalefeta sereke ya Tirkiyeyê heke wek namzedê serokomariyê dernekeve meydanan, milet çima rayê bidê, çawa pê bawer bike. Çima wî bike îqtidar."