15 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2016
ANKARA
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş ji ber peyama ku li ser hesabê Twîtterê yê partiya xwe weşand, darizandina wî dest pê kir. Demirtaş bi îdiaya ku "Hikûmeta Komara Tirkiyeyê, dezgehên darizandinê, teşkîlata leşkerî an jî emniyetê bi eşkere piçûk xistiye" tê darizandin.
Darizandin li 35emîn Dadgeha Cezayê Esliye ya li Enqereyê tê kirin û parêzerên Demirtaş jî beşdar bûn. Demirtaş ji ber ku li Edirneyê girtî ye, bi Pergala Deng û Dîmenê va beşdarî celseya dadgehê bû. Parêzerên Demiratş jî li gel wî beşdar bûn.
Dadger Ayhan Altun piştî tesbîta nasnameyê, ji Demirtaş rewşa tenduristiya wî pirsî û jê pirsî ku îdianame hildaye an na, jê ra got ku "derbasî be". Demirtaş jî got ku îdianame hildaye û parêzerên wî yê beyan bikin û ji dadger ra got ku "Sax bin, em hewl didin ku baş bin."
Paşê ji parêzeran Mahsûnî Karaman got ku miwekîlê wî bi navê "Demirtaş" li ser hesabê xwe gotiye ku "Hemû artêş li ber gel naçar in. Va ye artêş û polêsê qesra Tayyîp Erdogan têk çûn, wê dîsa têk herin". Karaman got ku ev gotin li ser hesabê Twîtterê yê Navenda Giştî ya HDPê hatiye parvekirin û îdia kir ku darizandina miwekîlê wî ya ji ber vê parvekirinê, li dijî benda 83yemîn a Makezagonê ye ku ev bend parêzbendiya qanûnî di xwe da dihewîne.
Parêzer Karaman îdia kir ku rakirina parezbendiya Demirtaş li gor usulê nehatiye kirin û ji ber vê yekê got ku lazim e dadgeha qanûna bingehîn dosyayê bide sekinandin.
Karaman wiha got: "Lewra miwekîlê hê parlamenter e. Ji bêr vê yekê naye darazandin."
- "Li dijî qanûnê hîle hat kirin"
Parêzer Karaman îdia kir ku daxuyaniya bi navê 'Demirtaş' ya ku ji Giştiya Navenda HDPê hatibû kirin de ka miwekîlê wî nivîsiye an na hê nehatiye tespîtkirin.
- "Ez vê bêhiquqiya ku li ser me ferz dikin, tu caran qebûl nakim"
Piştî parêzeran Demirtaş got ku ew dixwaze der barê usûlê de biaxive.
Demirtaş got ku der barê wî de li 20 bajaran 102 doz û lêpirsîn hatine vekirin û ew 45 roj e ku di girtîgehê de ye û li ser sîstema înternetê ya bi deng û dîmen diaxive û ev jî nahêle ku ew mafê xwe yê parastinê bi kar bîne.
Demirtaş wiha axivî: "Dibêjin 'parlamenterên HDPê gotin emê îfadeyê nedin û serî li ber darazê rakirin'. Ez dixwazim ev mijar zelal bibe. Me li hember darazê serî hilneda, berevajî vê me li hember înfaza bêdarizandinê, li hember bêhiqûqiyê, bê rêya siyasî li hember AKPyê serî hilda. Me ji wan re got ku hûn guh nadin darazê û zagonê. Ji bo ku em rûmeta darazê biparêzin emê nebin lîstika vê bêhiqûqiyê. Ji ber vê yê ku daraz hildaye li binê lingê xwe û guh nade zagonê ne em in. Me negot 'em ji ber ku serî li ber darazê rakin, em îfadeyê nadin'. Wek ku parêzerên min jî got, me bi siyasî serî li ber AKPyê rakir. Li hember daraza adil rêza me bêsînor e."
Demirtaş anî ziman ku ew endamê parlamentoyê û nûnerên îradeya neteweyî ne û wiha axivî: "Belê fikrê me û fikrên partiya desthilat û yên din ne wek hev in, ne mecbur e ku wek hev jî be. Di vê rewşa dijwar a ku welatê me tê de ye de, em dixwazin siyaseta xwe bikin."
Demirtaş got ku dozên ku hatine vekirin pir derew in, ew ê bêsûc bê dîtin.
Dadger Ayhan Altun beyan guhdarî kirin û paşê biryara navberê da ku kesekî pispor were wezîfedarkirin û rapor were amadekirin û herwiha dadger bona van jî danîşîn taloqî 13ê nîsana 2017an kir.
Ji hêla din, Parlementerê Îdirê yê HDPyê Pervîn Buldan, Parlementerê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, Parlementerê Edeneyê yê HDPyê Meral Daniş Beştaş, Şaredarê Agiriyê Sirri Sakik û hin biyaniyan jî danişîn şopand.
Piştî danişînê Beştaş û yên bi pê ra li pêşiya edliyeyê daxuyanî da çapemeniyê.