16 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2016
ANKARA
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê rêva dibe da der heqê Erdogmuşê parlementerê HDPê yê Diyarbekirê da biryara binçavkirinê hat dayîn û Erdogmuş li Enqereyê hat binçavkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê sitand, Erdogmuş bi destê ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku piştî karûbarên li ewlekariyê ew ê Erdogmuş ji kontrola tenduristiyê ra derbas bikin û sewqî dadgehê bikin.