28 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2016
ANKARA
Serokê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormez beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû.
Gormez di kategoriyên nûçe, jiyan û sporê da 3 wêne hilbijart.
Mehmet Gormez di kategoriya nûçeyê da wêneya Iker Pastor ya "Dergûşa ku li Îdomeniyê hat dinê", di kategoriya jiyanê da wêneya Sergen Sezgîn ya "Li Bursayê Remezan" hilbijart.
Gormez di kategoriya sporê da wêneya Cem Ozdel ya "Şampiyonaya Rodeoyê" hilbijart.
Mehmet Gormez got ku wêneyên Helebê merivan xemgîn dikin, ji ber ku hêviyê dide merivan wêneya "Dergûşa ku li Îdomeniyê hat dinê" hilbijart.