Sevim Hatun
28 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2016
ANKARA
Di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê de, êrîş birin ser herêmên di kontrola DEAŞê de, li El Babê 44 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin. Di herekatê de 117 terorîst birîndar bûn, wesayiteke rêxistinê ya bombedagirtî hat îmhekirin.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ragihand ku herekata di serî de ji bo berterfekirina tehdîda DEAŞa rêxistina terorê, xurtkirina ewlehiya sînoran û ji bo piştevaniya hêzên koalîsyonê li Bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de dan destpêkirin, dewam dike.
Di roja 127emîn a herekatê de xebatên ji bo bidestxistina kontrola El Babê dewam dikin.
Li dijî endamên DEAŞa rêxistina terorê operasyon hat lidarxistin, di encamê de 44 terorîstên DEAŞî mirin, 117 terorîst birîndar bûn. Wesayitekî bombedagirtî ya DEAŞê hat îmhekirin. Di şer de 7 muxalif birîndar bûn.
Ji destpêka herekatê vir va li herêmê 2 hezar û 392 teqemeniyên destî û 42 mayin hatin îmhekirin.