16 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2016
ANKARA
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Mehmet Muezzînoglu beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Anadolu Agencyê (AA) bû.
Wezîr Muezzîngolu li meqamê xwe di kategoriyên nûçe, jiyan û sporê da 3 wêne hilbijart.
Eroglu di kategoriya nûçeyê da wêneya Munîr Zakîroglu ya "Protestoya welatiyan li dijî hewla derbeyê", di kategoriya jiyanê da wêneya Alî Îhsan Ozturk ya "Jinên li ber tendûrê" hilbijart.
Muezzînoglu di kategoriya sporê da jî li ser wêneyê Bulent Doruk a ku şahiya Şenol Guneşê teknîkdirektorê Bêşîktaşê yê di pîrozbahiya şampiyona taxima xwe da nîşan dide û wêneya Volkan Furuncu yê "Wefata Mihemed Elî" dudil ma.
Muezzînoglu got, "Bêşîktaş dikare carekê dîsa bibe şampiyon lê belê Mihemed Elî nabe" û wêneyê Volkan Furuncu yê "Wefata Mihemed Elî" hilbijart.