16 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku bi têlefonê ji bo tehliyekirina sivîlên li Helebê bi Serokê DYAyê Barack Obama, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ra xeberda.
Serokomar Erdogan piştî hevdîtina bi Serokomarê Slovenyayê Borut Pahor ra ku li Qesra Serokomariyê daxuyanî da rojnamegeran.
Der barê tehliyekirina sivîlên li Helebê da Serokomar agahî da û got: "Heta niha teqrîben hezar û 150 sivîl û birîndar hatine tehliyekirin û hatine Îdlibê. Em pêvajoya tehliye û agirbestê ji nêz ve dişopînin û em ê bişopînin. Tabiî jimara wir ev qas hindik nîne, jimar gelekî zêde ye. Em hêvî bikin ku di pêvajoya ji niha pê ve de car din şeht lê nekeve. Qetlîm, wehşet û zilma li Helebê li ber çavê hemû dinyayê tê kirin. Rejim û piştgirên wê hewl didin ku agirbest neyê tetbîqkirin û tehliye bê astengkirin. Me di vê pêvajoyê de gelek xebat kirin. Di sedsala 21emîn de trajediyeke wiha diqewime û ev yek li ser navê mirovahiyê rûreşiyek e. Heke li Sûriyeyê çareseriyek tê xwestin berî her tiştê divê rewşa li Helebê bixin bin kontrolê.
Serokomar Erdogan destîşan kir ku ji bo rewşa Helebê bi Serokê DYAyê Obama ra axivî û wiha pê da çû: "Kêliyek beriya niha min bi Birêz Obama re xeber da û di axaftinê de em ne tenê li ser Sûriyeyê di heman demê de jî li ser geşedanên li Iraqê jî sekinîn, em li ser mijara Iraqê jî axivîn. Ji ber ku niha li herêmê tenê Sûriye tune di heman demê de Iraq heye. Min gotê ku li Iraqê bi taybetî li Tilafer û Şengalê heke rewşeke ku nayê xwestin derkeve holê berpirsyariya me ya wir çiqas girîng e. Wî got ku 'Em dikarin arîkarî bikin?' min jî her wiha jê re qal kir ku dê bikarin çawa arîkariya me bikin."
Ji bo banga seferberiya neteweyî jî Erdogan got: "Ev di asta yekem de bangeke ji bo piştevaniya neteweyî ye. Em ê pêşî vê pêk bînin û bi vê pêngava ku em ê ji aliyê piştevaniya neteweyî ve biavêjin divê wek Tirkiye em hêza xwe ya têkoşîna dijî terorê berhev bikin û xurt bikin."