19 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2016
ANKARA
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Anadolu Agencyê (AA) bû.
Bozdag di kategoriyên "nûçe", "jiyan" û "sporê" da 3 wêne hilbijart.
Wezîr Bozdag di kategoriya nûçeyê da wêneyê Mahmud Arslan a bi navê "Umran Daknes" zarokê ku li Helebê di êrîşê de birindar bûbû û ji binê enkaza avahiyekî hatibû xilaskirin, di kategoriya jiyanê de wêneyê Sergen Sezgîn a bi navê "Li Bursayê Remezan", di kategoriya sporê de jî wêneyê Elîf Ozturk a bi navê "Pêşbirka Fenerbahçe- Kizilyildiz Telekom"ê hilbijart.
Bozdag got ku ev wêne bûyerên di nav salekî de li cihanê qewimîne nîşan didin.
Bozdag destnîşan kir ku ev zilm û qetlîamên qewimîne jî îmtihana mirovahiyê û têkçûna mirovahiyê dide der.
Wezîr Bozdag got ku AA ne bi tenê dengê Anadoluyê, dengê hemû cihanê ye û ji ber weşangeriya objektîf û wêrek xebatkarên AAyê pîroz kir.