19 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2016
BITLÎS
Li Tetwana navçeya Bitlîsê ekîbên şaredariyê têkoşîna xwe ya dijî berfê bênavber didomînin.
Şaredarê Tetwanê Fettah Aksoy der heqê xebatan da daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ew bi roj û şev xebatên xwe yên vekirina rêyan didomînin.
Aksoy destnîşan kir ku li navenda navçeyê li 7 noqteyên cuda têkoşîna dijî berfê di heman demê da berdewam e û ji roja pêşiyê ya ku berf barî vir va xebatên paqijkirina berfê, rêvekirin û rêfirehkirin herwisa dewam dikin.
Aksoy bal kişand ku wan pêşiyê guzergahên wesayîtên pevguastina giştî û rêyên nexweşxaneyan vekirin û wiha xeberda:
"Paşê jî me rêyên taxan vekirin û kolan û kuçe ji berfê paqijkirin. Xebatên me li 7 noqteyên cuda tevî 25 wesayîtên şixulê û 100 personelî va berdewam in. Armanca me ew e ku welatiyên me mexdûr nebin."
Esnafê bajêr jî diyar kirin ku xebatên şaredariyê bi şêweyeke rêkxistî tên kirin û ew ji xebatan xweş in.