25 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya jêpirsîna hewldana derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de Hakimtiya Cezaya Silhê ya Nobedar daxwaz kir ku der barê 42 rojnamevanan yên ku di nav de Nazli Ilicak jî heye de biryara girtinê bê dayîn.
Li ser vê daxwazê Hakimtiya Cezaya Silhê ya Nobedar der barê 42 rojnamevanên ku di nav de Nazli Ilicak jî heye de biryara girtinê da.
Piştî vê biryarê ji bo ku şikbar bên girtin xebatan dest pê kir.
- 5 şikbar hatin binçavkirin
Hat ragihandin ku polêsan 5 şikbar binçav kirin û xebat dewam dikin.