25 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2016
HAKKARÎ/BITLÎS
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê û Tetwana navçeya Bitlîsê "nobeda demokrasiyê" ya ku piştî hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) dest pê kiribû, berdewam e.
Li Yuksekovayê welatî herşev li baxçeyê Mala Mamosteyan tên cem hev û bertek nîşanî hewldana derbeyê didin û dîsa duh bi şev li heman ciyî welatiyan seba şehîdên şeva hewldanê Qur'ana Kerîm xwendin.
Li vir Qaymeqamê navçeyê Îbrahîm Çenet bangî welatiyan kir û got ku ew minetdarê wan welatiyan e ku piştgiriyê didin vê çalakiyê.
Çenet got ku heger em li dîroka welat mêze bikin, emê bibînin ku demokrasî carna qut bûye û wiha xeberda, "Di rabirdoyê da xwestin ku pêywendiya vî miletî ji dîroka wê qut bikin. Wa ye hin kes dertên, erka ku milet nedaye wan xesb dikin û dixwazin ku welat di nava tariyê da bihêlin. Xelkê me pir bi wijdan û merhemet e. Berê bi tahdeyan ev xelk pir êşandin. Di çaryeka ewil a sedsala 21ê da kesên ku mubtelayê derbeyê ne mixabin dîsa xwestin ku vê tevnê li dar bixin. Lêbelê vêcarê tiştek hebû ku wan hesab nekiribû. Îcar li hemberî wan lîderekî mîna Recep Tayyîp Erdogan hebû. Kesekî wisa nebû ku şewqê xwe yê fotr hilde û bazde."
Li Tetwana navçeya Bitlîsê jî welatî li ser banga Serokomar Erdogan daketin qadan û dest bi "nobeda demokrasiyê" kirin. Li vir jî welatî xwedan îradeya neteweyî derdikevin.
Welatiyan li ber Navenda Danûstandinê ya Yaşamê nimêj kirin û seba hizûr û aramiya welat dia kirin. Şaredarê Tetwanê Fettah Aksoy destnîşan kir ku ewê heya banga duyemîn a Serokomar Erdogan, nobedê bidomînin.
Şaredar Aksoy seba eleqe û beşdariya gel, spasiya xwe îfade kir û wiha xeberda:
"Xelkê Tetwanê bênavber nobeda xwe ya demokrasiyê didomîne. Herşev gelek kes beşdar dibe. Welatî bi roj şuxulê xwe dikin, êvarê jî li vir dicivin. Em li vir nimêj dikin û bi hevra dia dikin. Ez li ser navê gelê Tetwanê spasiya her kesekî ku beşdarî nobedê dibe, dikim."