İbrahim Atmaca
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der heqê 8 parlamenterên HDPyî da ji ber sûcên "Bi eşkere piçûkxistina miletê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, Hikûmeta wê, eskerê dewletê an jî teşkilata emniyetê", "kirina propagandaya rêxistina terorê", "Tevgerên dijî Qanûna Partiyên Siyasî" û "heqareta Serokomar" fezleke amade kir.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, di fezlekeyên ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê amade kir da hat destnîşankirin ku Osman Baydemir, Alîcan Onlu, Feleknas Uca, Sîbel Yîgîtalp, Nadir Yildirim, Dîlek Ocalan, Mizgîn Irgat û Garo Paylan di axaftinên xwe da pesnê Abdullah Ocalanê serkirdeyê PKKya rêxistina terorê dane, propagandaya rêxistina terorê kirine û beşdarî teziyeyên terorîstên ku di pevçûnan da hatin kuştin bûne.
Di fezlekeya Parlamenterê Şanliûrfayê Osman Baydemir da daxuyaniya çapemeniyê ya 5ê cotmeha 2017an a Serokatiya Bajêr Diyarbekirê ya partiyê wî, di fezlekeya Parlamenterê Tunceliyê Alîcan Onlu da daxuyaniyeke ku di 27ê îlona 2017an da daye û di fezlekeya Parlamentera Diyarbekirê Feleknas Ucayê da jî roportajeke ku di 25ê mijdara 2017an da daye û tê da pesnê Abdullah Ocalanê serkirdeyê PKKya rêxistina terorê daye û pesnê sûc û sûcdar daye, cih girt.
Di fezlekeya Alîcan Onlu da hinceta din jî ew ku der heqê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da li ser medyaya civakî tişt parve kirine.
Di fezlekeya Sîbel Yîgîtalpê da hat gotin ku beşdarî teziyeya Hulya Erogluya ku kodnava wê "Delal Amed" e û di lîsteya "Terorîstên ku lê digerin da" kategoriya wê sor e, bûye û propagandaya rêxistina terorê kiriye.
Di fezlekeya Nadir Yildirim da hat gotin ku di agahiyên li ser kontrola darayî yên partiyê da qeyda pereyê ku hatiye û çûye nehatiye girtin û ji ber vê li dijî Qanûna Partiyên Siyasî tevgeriyaye.
Hat ragihandin ku Parlamentera Şanliûrfayê Dîlek Ocalanê di 14ê mijdara 2017an da li Wanê axiviye û pesnê Ocalanê serkirdeyê PKKê daye û propagandaya rêxistina terorê kiriye.
Di fezlekeya Parlamentera Bitlîsê Mizgîn Irgatê da jî hat gotin ku beşdarî "çalakiya bibîranînê" ya 3 terorîstên ku li Silopiya navçeya Şirnexê hatin berterefkirin bû û propagandaya rêxistina terorê kir.
Di fezlekeya Parlamenterê Stenbolê Garo Paylan da hat gotin ku Paylan di 1ê gulana 2017an da li Kanadayê roportaj da û tê da sûcê "Bi eşkere miletê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê û Hikûmeta wê, piçûk xist" û "heqaret li Serokomar" kir.
Di fezlekeyan da li gor benda 83yem a makezagonê daxwaz tê kirin ku parêzbendiyên parlamenteran bên rakirin. Fezleke ji bo ku radestî Serokatiya Meclisê bibin ji Wezareta Edaletê ra hatin şandin.
- Ji bo du parlamenteran daxwaza destûra lêpirsînê
Ji aliyekî din va Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber parvekirina 29ê rêbendana 2018an a Osman Baydemir a li ser Operasyona Çiqlê Zeytûnê û daxuyaniya roportajekê a ku Parlamenterê Wanê Lezgîn Botan da daxwaza destûra lêpirsînê hat kirin ku ji ber sûcê "Bi eşkere piçûkxistina miletê Tirk, eskerê dewletê û teşkilata emniyetê" lêpirsîna wan were kirin. Daxwaz ji Midûriya Giştî ya Karên Cezayê ya Wezareta Edaletê ra hat şandin.