Abdullah Tel
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
QERS
Şêniyên li Qersê ji bo ku li herêma xwe tûrîzm pêş bixin û bala gerok û tûrîstan zêdetir bikşînin ser herêma xwe salik donzdeh mehan bi çar gavî cirîdê dikin.
Rêwiyên ku bi trena Ekspresa Rojhilatê va tên Qersê gelek eleqeyê nîşanî ser cirîda ku li ser berfê tê kirin, didin.
Li Selîm û Sariqamişa gundên Qersê sporvanên ji bo tûrîstan li ser berfê cirîdê dikin bi hatina biharê va ji bo turnuvayên ku wê havînê li bajêr wê bên kirin, dest bi amadehiyan kirin.
Cirîdbazên bajêr di nav deşt û zozanên li serê dax û çiyayan hespên xwe bi çar gavî dibezînin û li hemberî hev têkoşîneke dijwar didin. Li gundê Kekeçê hesp ji bo bezê tên amadekirin.
Ji cirîdbazan Çaglar Ozbaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew dawiya hefteyê bi gundiyan ra tên bal hev û ji bo cirîda ku ji bav û kalan wek mîrate ji wan ra maye winda nebe hewl didin.
Ozbaş got: "Berf heliya û lê em hê jî cirîdê dikin lewra salih donzdeh meh karê me ev e. Niha pêşbirkên me yên bi pûan hene, em ji bo wan amadehiyan dikin. Em wiha tên cem hev û pêşbirkên amadehiyê dikin. Xwedê qeza û bela nede emê vê sporê bidomînin.
- "Cirîdbaz jî hêja ne hespên wan jî hêja ne"
Turkan Kuruya ji Enqereyê hatibû bajêr xeber hilda ku li Qersê cirîd tê kirin û daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Dema em hatin vê derê hînbûn ku li vê derê spora bav û kalên me cirîd jî heye û em ji bo temaşekirinê hatin. Bavê min jî pir jê hez dikir û ji ber vê ez jî pir hez dikim."
Ji temaşevanan Murat Kiliçbey jî destnîşan kir ku lîstika cirîdê ya ku salik donzdeh meh tê kirin ji bo wan jî kêfxweşiyeke û ew ji vê yekê gelek razî ne.
Ji cirîdbazan Turan Tepe jî ragihand ku ji bo cirîdê heya ji destê wan tê dixebitin û naxwazin ku ev spora ji bav û kalan wek mîrate maye ji holê winda bibe.