22 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beriya ber bi Tanzanyayê ku qonaxa yekemîn a gera rojhilatê Efrîqayê ya ku dê ji Tanzanya, Mozambîk û Madagaskarê pêk were, bi rê bikeve, li Balafirgeha Ataturkê civîna çapemeniyê li dar xist.
"Gavên ku divê di mijara têkoşîna dijî FETOyê da bên avêtin, emê ji muxatabên xwe ra bêjin"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku vêga li tevahiya Efrîqayê 39 balyozxaneyên Tirkiyeyê hene û armaca wan jî ew e ku li tevahiya welatên Efrîqayê balyozxaneyan vekin û wiha pê da çû:
"Bi rêya van balyozxaneyan emê peywendiyên xwe xurtir bikin. Li welatên Efrîqayê, li Tanzanyayê, Mozambîkê û li welatê din. Em ê der heqê xebatên ku FETO li van welatan dike da bi serokên van dewletan ra biaxivin. Gavên ku divê di mijara têkoşîna dijî FETOyê da bên avêtin, emê ji muxatabên xwe ra bêjin."
Erdogan der heqê fealiyetên FETOyê yên li Efrîqayê da wiha got, "Li cem dostên me yên efrîqî hesasiyeta li hemberî niyet û vegotinên vê rêxistinê (FETO) her ku diçe zêde dibe, rêxistinê hr ku nas dikin û waqifê naveroka wê dibin, hesasiyeta wan jî zêde dibe. Ev rêxistin û gelekujên ku di 15ê Tîrmehê da li ser sûc hatin girtin, êdî nikarin bêjin 'diyalog, xizmet, perwerde, bazirganî' û xwe veşêrin."
Serokomar Erdogan bal kişand ku helwesta rêveberiya nû ya Amerîkayê ya der heqê Rojhilata Navîn da ji bo wan girîng e û wiha xeberda, "Birêz Trump gelek daxuyaniyan dide û em jî vêga van daxuyaniyan dişopînin. Ji pire, rêhesin û wekî din wêdatir, vêga em Rojhilata Navîn difikirin. Li Rojhilata Navîn helwesta Trump wê çi be? Lewra Rojhilata Navîn vê gavê ji dest û piyan çû. Vê gavê der heqê Rojhilata Navîn da hin gotin tên guhê me ku bi rastî jî ev gotin mirov aciz dikin. Ji ber wê divê em rûnên û li ser bisekinin."
"Ev guhertineke pergalê ye"
Herwiha Erdogan li ser guhertina destûrê jî wiha got: "Qonaxa parlementoyê ya vê pêvajoyê bi rastî jî bi awayekî serkeftî encam daye. Helbet navê wê referandûm e. Niha jî emê biçin cem xwediyê rasteqîn, emê biçin cem milet. Gelo biryara gelê me ya der heqê referandûmê da dê çi be? Divê pêşiyê em vê bibînin. Helbet piştî ku me ev dît, miletê me heqet jî heger biryara referandûmê pesend bike, wê demê hilbijartinê neyê rojevê. Piştre pêvajoyeke hilbijartinê heye. Aniha hilbijartin di 2019an da dixuyê. Ji ber hindê ka em pêşiyê encaman bibînin û paşê em van gavan bavêjin.
Bi taybetî pêvajoya serokomarê bipartî wê bibe aliyê herî cuda yê vî karî. Her tişt li alîkî, em bawer dikin ku ji bo paşeroja Tirkiyeyê divê biryarên ku performansê pir zêdetir bike, werin dayîn. Her çi qas hinek behsa rejim mejimê bikin jî, eleqeya xwe pê tuneye. Ev guhertineke pergalê ye."
Serokomar Erdogan wiha got, "Dewleta herî bihêz û nexşediyarker a Rojhilata Navîn, Tirkiye ye. Kesên ku dûr nêzîk tu eleqeya wan bi Rojhilata Navîn ra tuneye, rabin û bi awayekî şaş û xelet der heqê Rojhilata Navîn da biryarekê bidin, nexwe ez wisa difikirim ku dê hem ji bo dinyaya me û hem jî ji bo mirovahiyê biryareke durist nebe.
Em Rojhilata Navîn a ku axa wê neyê perçekirin û rêz li hember bê nîşandan, dixwazin. Em tu caran Rojhilata Navîn a perçekirî naxwazin, ev tiştekî nebaş e. Li hember gelê Rojhilata Navîn evê bibe bêrêzî. Ji bo nêrîneke wiha, wek Tirkiye em nikarin bibêjin 'erê'. Emê di civîna Birêz Trump re ji destpêkê heta dawiyê bi hurgilî li ser vê biaxivin. Ez nizanim ewê kingê randevu bide, lê hevalên me yên li Karên Derva ne ji bo vê hevdîtinê dixebitin."