22 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2017
GAZÎANTEP
Li Gazîantebê qezayeke trafîqê çêbû û tê da kesek mir, 3 kes birîndar bûn.
TIRa ku plaqa wê 33 RF 868 e û Abdulhalîl Can şofêrê wê bû û ji Gazîantebê diçû aliyê Şanliûrfayê, li tanga navçeya Nizîpê ji ber sedemeke ku hê ne diyar e, wergeriya.
Di qezayê da Rukiye Can ji tirê pekiya û li cihê bûyerê can da.
Di qezayê da şofêr û 2 zarokên ku nasnameya wan hê ne diyar e, giran birîndar bûn û bi ambulansê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîtkamîlê.
Hat gotin ku rewşa birîndaran giran e.