İbrahim Atmaca
25 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
ANKARA
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hayatî Yazici got: "Distûra 3 heyaman dewam dike. Bi qasî 30 parlementerên me hene ku 3 heyamên xwe temam kirine. Li gor rêziknameya me ev nikarin di vê hilbijartinê da bibin namzed. Lijneya Rêvebiriya Biryarê ya Navend, ji bo van seba berjewendiyên partiya me tiştekî ku bike hebe, Heyeta Biryarê ya Navend wê biryara van bide. Biryara Navendî ev raye dewrî Rêvebiriya Navendî kir. Wê li wê derê were mizakerekirin, li gor wê biryarê were dayîn. Heke na distûra 3 heyaman hê derbasdar e, rêziknameya me berdewam e."
Yazici li Haberturk TVê pirsên li ser rojevê bersivandin û daxuyanî da.
Yazici diyar kir ku parlamenterên CHPê bê dilê xwe derbasî ÎYÎ Partiyê bûn, li Meclisê di rûniştina 23yê Nîsanê da parlamenterên ku derbasî ÎYÎ Partiyê bûn, li çaviya ÎYÎ Partiyê rûneniştin.
Yazici bal kişand, der heqê ketina hilbijartinê ya ÎYÎ Partiyê da helwesteke AK Partiyê tuneye û wiha dewam kir: "Bira têkevê, em ê bibînin bê ka çi qasî hildide."
Yazici li ser pirsa ku li gor îdiayê Serokomarê berê Abdullah Gul wê ji partiyeke din bibe namzedê Serokomariyê wiha got: "Ev gotegot in. Dema ku bû namzed em ê binirxînin. Ne rast e ku ez li ser mijareke nebûyî şîrove bikim. Hezkî bira di siyasetê da be hezkî bira di jiyana civakî da be, meriv li gor xwe dikarin tevbigerin. Ji bilî vê tiştekî ku bêjim tuneye."
Yazici li ser pirsa ku "Hûn îhtimaleke wisa dibînin ku Gul bibe namzed?" wiha got ku Gul siyasetmedarekî bitecrube ye, li gor wî dema ku Gul ji bo xwe rêyekê bineqîne wê paşeroja welêt raçav bike û wisa hereket bike.