29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
ANKARA
AK Partî di referandûma pergala hikûmeta serokomariyê bê kirin da ji bo ku ji gel "piştgiriyê" hilde dest bi xebatên amadehiya kampanyayê, kir. Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hayatî Yazici gazî serokên siyasî û hiqûqî yên partiyê yên 81 bajarî kir ku bila bên Enqereyê.
AK Partî beriya referandûmê nexşerêya teşkîlatê eşkere dike. Ji bo ji gel ra qala pergala hikûmeta serokomariyê bike AK Partiyê dest bi amadekariyan kir.
AK Partî beriya dakevin meydanan wê li Enqereyê teşkîlatên xwe perwerde bike. Ev xebat him ji bo ku ji gel ra qala pergalê rasterast bê kirin û him jî ji her kesekî dengekî cihê dernekeve tê kirin. Di vê çaroveyê da Berpirsê Karên Siyasî û Hiqûqî û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yazici ji serokên karên siyasî û hiqûqî yên 81 bajarî kir ku bên Enqereyê.
Yazici roja pêncşemê wê li Navenda Giştî bi serokên şaxan ên ji çar aliyê Tirkiyeyê hatine ra civînê bike.
Di civînê da pêvajoya ku ber bi referandûmê va diçe dê were nirxandin û herwiha xebatên ku teşkîlatên AK Partiyê dê bikin, wê were gotûbêjkirin. Yazici wê agahiyê bide endamên partiyê û bersivê bide pirsan.
Ji AK Partiyê bona referandûmê rêbera "taybet"
Di çarçoveya amadehiya referandûmê da rêbera ku tê da qala hemû hûrgiliyên pergala hikûmeta serokomariyê tê kirin, bi destê Serokatiya Karûbarên Siyasî û Hiqûqî hat amadekirin.
Pirtûkçeya ku tê da qala pêwîstiya guhertinê û verastkirinên nû dike, ji parlementer, hemû teşkîlatên partiyê û şaredariyan ra hat şandin.
Di pirtûkçeyê da bal tê kişandin ku pergaleke nû ya hikûmetê tê sazkirin û herwiha li gorî vê pergala nû yasadanîn jî birêvabirin jî di destê gel da ye.
- "Parlementoyeke bihêz rê nade xwestekên dîktatoriyê"
Di pirtûkçeyê de hat gotin ku parlamentoyeke xurt wê tu carê destûrê nede dîktatoriyê, di sîstema nû de parlamento wê bêtir xurt bibe. Îdiaya ku tê gotin serokomarê ku bi hilbijartinê ve hatiye û wê hilbijartinê ve jî here bibe dîktator, ne mantiqî ye.
Hat gotin ku pirsgirêka neavakirina hîkûmetê wê ji holê rabe, di desthilatiyê de îstiqrarê çêbibe, di sîstema nû de hesabê rayeya her tiştî wê bikaribe bê pirsîn û ewê bê dayîn, di qada darazê de guherînên girîng wê bên kirin.