Nihat Kavşut
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
BÎTLÎS
Ekîba ku li ELcewaza navçeya Bedlîsê di bin Behra Wanê da xebatên lêkolînê dikir bermayiyên kelehekê tesbît kir.
Di çarçoveya xebatên bi destê Qaymeqamtiya ELcewazê û Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê tên meşandin da derhêner Tahsîn Ceylan û ekîba pê ra xwe berdan binê Behra Wanê û bermayiyên tên texmînkirin yên Keleha Elcewazê ne tesbît kirin û dîmenên wê kişandin.
Ceylanê xwe berda binê behrê peyra daxuyanî da û wiha got: "Ev keleh ji bona nasandina vir girîng e. Bawer dikim wê ji Stenbol, Enqere û gelek ciyên welêt însan ji bona dîtina kelehê bên û wêne bikşînin."
Tahsîn Ceylan diyar kir xebatên tên kirin wê feydeyeke mezin bidin tûrîzma herêmê û got her ku diçe hejmara kesên xwe berdidin binê Behra Wanê zêde dibe.
Ceylan destnîşan kir sûrên kelehê qadeke berfireh digirin û şênber in û wiha dewam kir: "Em nizanin sûr çiqas di bin erdê da ne, lê sûrên 3-4 mêtro hene. Loma jî divê di bin avê da kolandin bê kirin. Bermayiyên di bin avê da kîlomêtroyek heye."