Şaredariya Tetwanê ji bo ku li ser 100 donim erdê li qeraxa Behra Wanê cihê geşt û gerê were çêkirin, dest bi xebatan kir.
Serokê Şaredariya Tetwanê Fettah Aksoy di daxuyaniya xwe de diyar kir ji bo axakirina cihê geşt û gerê tîmên şaredariyê xebatên xwe didomînin.
Aksoy diyar kir ku 100 donim erdê li hemberê hala sebzeyan a ku berê wekî cihê komkirina gemarê dihat ewilandin, wan rehabilîte kir û wiha berdewan kir:
"Em ê vê qadê bikin hêşînahî û dû re bikin cihê geşt û gerê. Piştî temambûna xebatan li vir wê şîn û keskê bên bal hev û gelê me jî wê li vir geşt û ger bike û wê kêfa vê derfêtê derxe. Armanca me ew e ku em di demeke nêz de vê projeya xwe kuta bikin. Ji ber xebatên rehabilîteyê me hin dar bi rehê wan ve derxistibû, lê şûnde em ê careke din van daran li vir daynin. Em li cihê geşt û gerê kamelya, barbekû û kaniyan çêbikin. Bi vî hawî xelqê me wê derfêt bibîne ku li pêşberê Behra Wanê geşt û gereke rengîn bikin."