04 Hezîran 2016•Rojanekirin: 06 Hezîran 2016
ANKARA
Li Sûriyeyê di sala 6emîn a şerê navxweyî da nêzî 550 hezar kes ji ber dorpêçê di nav şert û mercên gelek zehmet da wê dest bi rojiya meha remezanê bikin.
Bi peymana agirbesta berwext a ku di 27ê sibatê da bi armanca wê dawî li şer û pevçûnê bîne ket rewacê û dihat hêvîkirin ku bi saya wê ji herêmên dorpêçkirî ra wê alîkariya mirovahî bê şandin.
Lê li welêt Madayaya bajaroka Şamê, navçeya Mûaddamiye, navçeya Gûtaya Rojhilat (bajarokên Kafr Batna, Eyn Terma, Dûma û Cobarê), kampa Yermukê, navçeya Zebadaniyê, bajarokên Cayrûd, Rûhaybah, Kanakir û Tadamûnê, taxa Hacer el Eswedê û navçeya Dareyayê, Telbîse û Rastana navçeyên Humsê, herêma Holayê û navçeya Waerê hê jî di dorpêçiya hêzên rejimê û hîzbullahê da ne.
DAEŞa rêxistina terorê jî Deyr ez-Zûra ku di bin kontrola rejimê da ye dorpêş kiriye û rêveberiya Esed ji hewayê ve alîkariyê ji vê derê ra dişîne.
Muxalifan jî dora bajarokên Fûa û Kafrayayê yên li rojhilatê bakurê Îdlibê dimînin girtiye lê ji bo şandina alîkariya mirovahiyê destûrê didin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî berhev kir li Madayaya bin dorpêçiya hêzên rejim û hîzbullahê da ye 50 hezar, li Gûtaya Rojhilat 325 hezar, li Mûaddamiye û Dareyayê bi tevahî 40 hezar, li kampa Yermuk û taxa Hacer el Eswedê 60 hezar û li navçeya Waera ser Humsê jî 15 hezar kes hene.
Li Deyr ez-Zorê 20 hezar û li Fûa û Kafrayaya ku muxalifan dor girtiye jî 25 hezar kes cih digirin.
Seranserê welêt bi tevahî 535 hezar kes li herêmên dorpêçkirî mehsûr in û Neteweyên Yekbûyî meha borî wisa plan kiribû ku ji milyonek kesî ra alîkariya mirovahiyê bike lê alîkarî bi tenê gihand 160 hezar kesî.
Koma Piştgirên Sûriyeyê ya Navneteweyî ku DYA û Rûsya hevserokatiya wê dikin di 17ê gulanê da di civîna li Cenewreyê kirin da diyar kirin ku heke rejima Esed ji bo gihandina alîkariya mirovahiyê destûrê nede ewê di 1ê hezîranê da ji hewayê va alîkarî bişandina.
Digel vê danezanê heta niha ji Rûsya û DYAyê der heqê şandina alîkariya mirovahiyê da tu dengek derneket.