350 filistîniyên piştî ku ji Qampa Penaberan a Yermûkê reviyanbûn û hatibûn li Helebê bi cîh bûbûn, li ser êrîşên yekîneyên rejimê xwe sipartin Tirkiyeyê.
Penaberan bi eşyeyên ku bi xwe re anîbûn ve derbasî Tirkiyeyê bûn û bi derfetên xwe ve li Deriyê Sînor ê Oncupinarê kon vergirtin.
Besam Şîrîhê filistînî daxuyanî da nûçegîhanan û diyar kir ku di êrîşên hewayê yên artêşa Esed de xaniyê wan hilşiyaye.
Şîrîh destnîşan kir ku ji Helebê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê û wiha got: "Me zehf tengasî kişand, Xwedê ji Tirkiyeyê razî be. Înşallah em ê vegerin welatê xwe."
Ebu Mihemed jî diyar kir ku jiyana xwe di konan de didomînin.
Mihemed destnîşan kir ku li Helebê pevçûn dewan dikin û wiha axivî: "Kurekî min di şer de mir. Em niha di konan de dimînin û rewşa me qet baş nîne."