ANKARA
Piştî 15ê tîrmehê hewldana derbeyê ya ku sivîl û îradeya neteweyî kirin hedefa xwe, hin belge dereketin holê. Bereksê îdiayên serkirdeyê rêxistinê, belge di xwe da hin şopan dihewînin ku hewldana derbeyê ji hêla Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) pêk hat.
Di wê şeva tarî ya ku hat serê Tirkiyê da 246 polês, leşker û sivîl şehîd ketin, gule li sivîlan hatin reşandin û bombe hatin avêtin. Piştî wê şevê hin belgeyên ku hatin qefaltin, îfadeyên berşikan û hin dîmenên bûyeran FETO wekî kiryarê derbeyê didin nîşan.
- Polêsê FETO ji tanka derbekaran da derket
Mîthat Aynaci ku di pêvajoya 17-25ê Berfanbarê da Midûrê Şaxa Ewlekariya Stenbolê bû û paşê ji ber îdiaya têkildariya FETO/PDYyê ji kar hatibû dirxistin, bi unîformayê va di hundirê tanka li ser Kolana Vatanê ya ku armanca wê bidestxistina Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê bû, hatibû qefaltin. Ev jî ket nava wan delîlan ku nîşan didin hewldana derbeyê ji layê FETO pêk hat.
Aynaci ji ber îdiaya endametiya FETO ji kar hatibû dûrxistin û dû ra ji pîşeyê hatibû îxrackirin. Lê doz vekiribû û dîsa vegeriyabû. Lêbelê tu wezîfe radestî wî nekiribûn. Qeydên kamerayê derketin holê ku dema Aynaci li ser kolana Vatanê li wesayîta leşkerî siwar dibe dide nîşan.
Di dîmenên kamerayên welatiyan da xuya dike ku Ayanci bi unîformaya polêsan û bi bêtêlê va li Wesayîta Bizirx a Pevguhastina Personel (ZPT) a li ser Kolana Vatanê ya ku armanca wê bidestxistina Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê bû, siwar dibe. Di dîmenekî din a ku li ser medyaya civakî belav bû jî her xuya ye ku Aynaci bi kamûflajê leşkerî va derdikeve ser wesayîta bizirx.

Ji bo "kekan" peyama piştgiriya derbeyê
Piştî hewldana derbeyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsîn da destpêkirin û di vê çarçoveyê da yek ji midûrekê emniyetê yê berê Zekî T li ber deriyê Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê hat binçavkirin. Di têlefona mobîl a Zekî T da hin peyam derketin ku didin nîşan, hewldana derbeyê ji layê mensûbên FETO pêk hat.
Di peyamê da îfadeyên mîna, "Kekno, emrên emniyetê divê neyên bicihanîn. Herkes bira biçe Sererkaniyê, dewre bira bi hevra pêywendiyê daynin, bira zincîrê çêkin, bira kes bêxeber nemîne, teqawid jî di navê da... Li Enqereyê her kîjan teqawidê muwazzaf hebe, bira rahêje çeka xwe... bira her kesekî ku berevaniyê dike rûxînin..." hene û didin nîşan ka plana hewldana derbeya rêxistinê bi çi awayî dimeşe.
- Ji bêrîka serpelê derbekar diaya Gulen derket
Ji bêrîka serpel Haldun Gulmez ku di nav leşkerên êrîşî otêla li Marmarîsê ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan lê dima kirin û birîndar bûbû, kaxeza ku nifira Gulen li hikûmet û Erdogan kiribû nivîsiye, hat dîtin.
Ji bêrîka Gulmezê ku li Îzmirê hat binçavkirin bi navê "diayên H.E.yê" kaxeza ku nifira Gulen li hikûmet û Erdogan kiribû nivîsiye hat dîtin.
- Jinên du efseran gumanbarê KPSSyê ne
Jina Haldun Gulmez û serdar Recep Zaferê ku li Îzmirê di çarçoveya lêpirsînê da hatin binçavkirin gumanbarên lêpirsîna KPSSyê ne.
Kubra Gulmez û Zeynep Afra Zafer di lêpirsîna KPSSya 2010an da gumanbar in.
Kubra Gulmez û Zeynep Afra Zafer jî wekî 580 jinên gumanbar di KPSSya 2010an da pûanê zêde sitendine.
Di lêpirsîna KPSSya 2010an da ku Dozgerê Komarê yê Enqereyê Yucel Erkman dimeşîne, tê îdiakirin ku jinên hin serbazan bi navê "hîmmetê" pere dane FETOyê.
- Meleyê Sakaryayê li baregeha Akinci hat qefaltin
Meleyê Sakaryayê yê FETOyê Alk. Doç. Dr. Adil Oksuz di 16ê tîrmehê da ber destê sibehê li Fermandariya Baregeha Jetan a 4emîn a Akinciyê hat qefaltin. Oksuz di îfadeyê xwe da dibêje ku ji bo erazî bikire hatiye herêma baregehê û derket holê ku 2 roj beriya hewldana derbeyê ji derveyî welêt hatiye.
Di odeya Oksuz a li Fakulteya Îlahiyatê ya ZSAyê ku lê hîndekar bû, ji aliyê şaxa Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze digel Sûcên Sîberê va di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê dabû destpêkirin da lêgerîn hat kirin.
Di lêgerînê da hin belge hatin desteserkirin, ji ber harddîska Oksuz jî nusxayek hat hildan. Ekîban berkêşka kilîtkirî ya maseya Oksuz bi alîkariya tornavîdayekê vekir, di vir da kitêba Fetullah Gulenê Serkirdeyê FETOyê ya bi navê "Kalbîn Zumrut Tepelerî" hat dîtin.
Yarbay Levent Turkkanê Efserê Serokê Sererkaniyê Orgeneral Hulusî Akarê ku hat girtin, di jêpirsîna dozgeriyê da li xwe mikûr hat got ku piştî ku li Sererkaniyê wekî efser hat wezîfedarkirin, ser navê cimaetê xebitî û wezîfeyên ku cimaetê da wî bi cih anî.
Turkkan di îfadeya xwe da wiha got:
"Ez endamê rêxistina parelel im. Ji cimaeta Fetullah Gulen im. Di sala 1989an da ketim ezmûna Lîseya Eskeriyê ya Işiklarê. Şeva berî ezmûnê pirs anîn dane me û ez di ezmûnê da bi ser ketim. Piştî ku li sererkaniyê min dest bi wezîfeyê kir, min wezîfeyên ku cimeatê dida min bi cih dianîn. Me Paşa Necdet Ozel (Serokê Sererkaniyê yê berê) her tim guhdar dikin. Cîhaza ku me wî pê guhdar dikir, 'Kekê' di Tirk Telekomê da dixebitî da min. Heftê rojekê diçûm min ew cîhaz dida wî 'Kekî'. Di serdema Necdet Ozel Paşa, Hulusî Akar Paşa û Yaşar Guler Paşa da me xebatên guhdarkirinê birêva bir. Ez di 14ê temûza 2016an da saet 10.00an da bi derbeyê hesiyam."
Turkkan got ku wî her gav Serokê Sererkaniyê yê berê Necdet Ozel guhdar dikir û wiha dewam kir: "Min her roj serê sibê cîhaza guhdarkirinê ya ku bi qasî du pêçiyan bû li odeya paşa datanî û êvarê gava ku paşa derdiket hildida. Pîlê têra rojekê dikir. Heftê rojekê min cîhaz dibir dida 'Kek' û cîhazên vala dianîn. Carinan di odeya paşa da lêgerîn dihat kirin. Ji ber ku min ew roj dizanibûn, min wan rojan cîhaz danetanî odeyê."
- "Pîlana derbeyê ya FETOyê di xebatên îstixbaratê da cî girt"
Pispor dibêjin ku dema meriv li atmosfera civakî, pêvajoya li darazê û pozisyona siyasî ya li Tirkiyeyê mêze dike dibîne ku kî hewcedarê derbeyê ye.
Mîralay û Dadgerê Leşkerî yê teqawidbûyî Ahmete Zekî Uçokê ku di "doza pîlana derbeya balyozê" da beraet kiribû û miştekiyê "qumpasa lêpirsîna sîxuriyê ya leşkerî" ye diyar kir ku FETOyê di nav Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (HÇT) da bi dizîka cî girtiye, armanca wan ew e ku hemî qedemeyên dewletê bi dest bixin û ji bo ku HÇKyê jî bi dest bixin pîlanên dizî amade kirine.
Uçok bal kişande ser pêvajoya 15-25ê berfanbarê û wiha got: "Mimkun nebû ku bi hilbijartinê werin ser dewletê, ji ber vê endamên xwe yên di saziyên dewletê, ewlekarî, daraz û leşkeriyê da rakirin piya û bi awayê eşkere derbeya dijî hikûmetê pîlan kirin. Ji salên 70, 80yan vir da di gelek raporên îstixbaratê da tê dîtin ku FETO/PDYya ku serokê wê Gulen e dixwaze ku dewletê bi dest bixe. Ji bo ku di leşkeriyê da bibe xwedîraye cimaetê di polên dawiyê da mekteba xwendekaran guherand, neşandine dersxaneyên xwe. Wan rojan jî melayên wan ên di HÇKê da deşîfre dibin."
- "F-16ên ku bi emrê Gulen rabin hewayê hene"
Uçokê dadgerê teqawidbûyî ji îdianameya der barê "Lêpirsîna Malên Îşiqê" ya ku di sala 2011î da li Qeyseriyê wek dozger rêva biribû û bi destê Dadgeha Cezayê Giran a Yekî ya Qeyseriyê hatibû qebûlkirin çend mînak da û wiha got: "Yarbayekê teqawidbûyî yê ku di wê dozê da 9 sal ceza xwar ji heyeta mehkemeyê ra got ku dilê wî li Gulen germ e, di îmtihanên Mekteba Herbê da alîkarî daye xwendekarên ku di Malên Îşiqê da dimînin. Yarbayê teqawidbûyî diyar kir ku di dema xwendekariya wî da 2 tuxgeneralên ku navên wan wek 'Asim' û 'Yuksel' dihatin zanîn Gulen ziyaret kirin, ji vir 7 sal berê mîralayekî li hewşa Fermandariya Hêzên Hewayê wiha gotiye: "Hêza me zehf zêde bû. Heke Gulen emrekî bide em dikarin teyareyên F-16 û F-4ê bifirînin."
Dadgerê leşkerî yê teqawidbûyî Faîk Tarimcioglu jî destnîşan kir ku endamên cuntayê ew ê hem ji ber hewla derbeyê hem jî ji ber hemî têkiliyên wan ên bi FETOyê ra û endamtiya rêxistina terorê bên darizandin û wiha pê da çû: "Li gor daxuyaniyên fermî, di navbera endamên cuntayê û FETOyê da 'girêdayîbûna fiîlî', 'girêdayîbûna organî' û 'girêdayîbûna zihnî' heye. Dema ku meriv van tîne ba hev derdikeve holê ku di navbera rêxistina sûcê û alîgirên cuntayê da ji berê va yekîtî heye. Ji ber vê jî endamên cuntayê wê hem ji ber hewla derbeyê hem jî ji ber hemî têkiliyên wan ên bi FETOyê ra û endamtiya rêxistina terorê, bên darizandin."
news_share_descriptionsubscription_contact
