18 Îlon 2017•Rojanekirin: 19 Îlon 2017
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî ragihand, di operasyonên ku hefteya dawîn hatin kirin da 29 jê mirî, 11 jê teslîm, 6 jê sax bi tevahî 46 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Navxweyî hat dayîn, di navbera 11-18ê îlonê da hêzên ewlehiyê li dijî rêxistinên terorê hezar û 126 operasyon kirin.
Di operasyonan da bi îdiaya ku alîkarî û piştgirî dane rêxistinê 103, bi îdiaya ku têkiliya wan bi DEAŞa rêxistina terorê ra heye 32, di çarçoveya têkoşîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel da (FETO/PDY) 774, di çarçoveya têkoşîna rêxistinên terorê yên çepgir da jî 54 bersûc hatin binçavkirin.
Di operasyonan da 29 jê mirî, 11 jê teslîm, 6 jê sax bi tevahî 46 terorîst hatin berterefkirin.
Li Diyarbekir, Mêrdîn, Îdir, Sîvas, Sêrt, Bîngol, Tuncelî, Hekarî û Şirnexê di operasyonan da 28 parêzgeh, sitargeh û şikeftên ku mensûbên rêxistina terorê bi kar dianîn û 49 teqemeniyên destçêkirî ku wek defik hatibûn danîn û mayîn hatin îmhakirin.
Hêzên ewlehiyê madeya ku di çêkirina teqemeniyê da tê bikaranîn, 134 bombeyên destan, 4 hezar û 67 muhîmatên curbecur, 25 jê giran û lûldirêj 34 çek bi dest xistin.
- Operasyonên hişbirê
Li dijî firoşkarên hişbir û qaçaxciyan jî li 79 bajaran 2 hezar û 316 operasyon hatin kirin.
Di operasyonan da 2 ton û 292 kîlo esrar, 298 kîlo eroîn, 3 kîlo û 54 gram bonzaî, 2 kîlo û 53 gram metamfetamîn, 41 hezar û 414 hebên hişbirê, 99 hezar û 108 şaxên kirkirkê, 693 hezar û 13 pakêt cixareya qaçax û 97 ton û 678 lître sotemenî hat bidestxistin, 2 hezar û 991 kes hatin binçavkirin.