08 Mijdar 2016•Rojanekirin: 08 Mijdar 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li dorbera Tunceliyê û Zapa li bakurê Iraqê operasyona esmanî li dar xist. Hat diyarkirin ku li Zapê 2 sitargeh û cebilxaneyeke rêxistina terorê hat îmhekirin û li Tunceliyê jî li gor agahiyên ewil 5 endamên rêxistinê hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Sererkaniyê, duh bi balafirên Fermandariya Hêzên Hewayî di navbera saet 10.37-11.38an de li dorbera Tunceliyê û Zapa li bakurê Iraqê operasyona esmanî hat lidarxistin.
Jetan piştî vê operasyonê di navbera saet 16.45-17.54an de cardin êrîş bir ser çoltera Tûnceliyê. Di operasyonê de du sitargehên rêxistina terorê ya cihêxwaz ên li bakûrê Iraqê tevî hejmarek zêde malzeme, çek û cebilxane hatin îmhekirin. Li çoltera Tûnceliyê jî li gor tespîtên ewil 5 terorîst hatin kuştin. Li herêmê xebatên lêgerînê dewam dikin.
Balafir piştî herekata esmanî vegeriyan cihê xwe.