22 Gulan 2017•Rojanekirin: 22 Gulan 2017
ANKARA
Bi destê Artêşa Tirkiyeyê li Şirnex, Hekarî, Diyarbekir, Erzirom, Erdêxan, Bîngol, Mûş û Hatayê di operasyonên ku di navbera 11-21ê Gulanê da hatin lidarxistin da 93 terorîst hatin berterefkirin
Di daxuyaniya Sererkaniyê ya vê hefteyê da der barê operasyonên dijî rêxistina terorî PKKyê yên li nava welat û herwiha xebatên dijî terorê yên li bakurê Sûriyeyê da agahî hat dayîn.
Li gorî vê, li Hekarî, Şirnex, Sêrt, Diyarbekir, Batman û Tunceliyê hêzên ewlekariyê bênavber operasyonên xwe didomînin ku ji van deveran terorîstên PKKyî paqij bikin û herwiha xwesazkirina bihar-havînê ya mensûbên rêxistinê li van deveran asteng bikin.
Di vê çarçoveyê da di operasyonên li Beytuşebab û Bestler-Derelera Şirnexê, li Yuksekovaya Hekariyê, li Qulp, Licê û Silîvana Diyarbekirê, li Şenkayaya Erziromê, li Goleya Erdêxanê, li Bîngol û Mûşê û herwiha li herêma Amanosên Hatayê da 93 terorîst hatin berterefkirin.