Türkan Tosun
15 Sibat 2018•Rojanekirin: 15 Sibat 2018
ANKARA
Rûpela lêgerînê ya "rapora bav û kalan" cardin hat vekirin. Vê sibê heta saet 08.00an milyonek û 400 hezar belge hatin amadekirin.
Li gor agahiya nûçegihanê AAyê bi dest xist, belgeya bav û kalên welatiyan nîşan dide û li ser malpera înternetê ya e-Devletê tê dayîn ji ber zêde serlêdanê ji bo demekê hatibû rawestandin. Lê sîstem şev cardin hat vekirin.
Welatiyan dîsa eleqeyeke mezin nîşanî sîstema bav û kalan dan.
Sîstem şev hat vekirin û ji wir pê va heta serê sibê saet 08.00an milyonek û 400 hezar belge hatin amadekirin. Welatiyan serê saetê qasî 200 hezar belgeyî amade kir.
Di belgeyên tên amadekirin de bi tenê agahiya bav û kalên wî kesê ku serî lê daye tê nîşandan.
Li gor "Qanûna Parastina Daneyên Şexsî" ya ku hejmara wê 6698 e, agahiyên wekî eslê xwîşk û birayan li ser sîstema e-Devletê nayên nîşandan.