Abdullah Tel
07 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
ŞANLIURFA
Jinên Sûriyî yên ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe reviyan û xwe spartin Tirkiyeyê û niha karê xwe dikin dixwazin ku bila şerê li welatê wan biqede û ew jî demildest vegerin ser cih û warê bav û kalên xwe.
Li Sûriyeyê nêzî 8 salane ku şerê navxweyî dewam dike û di vî şerê hanê da herî zêde zarok û jin mexdûr bûn. Jinên ku ji ber şer reviyan û xwe spartin Tirkiyeyê di serî da Şanliurfa li gelek bajarên din ên Tirkiyeyê jiyana xwe didomînin.
Ji wan jinan 8 heb niha li Şanliurfayê pîşeya ku li welatê xwe xwedî bûn didomînin û çîroka wan her çiqas cihê be jî derd, keser, êş û elema wan yek e. Nas, dost û xizmên wan di şer da hatine kuştin lê digel hemû jan û êşan ew hê jî ji bo kirina karê xwe hewl didin.
Jinên ku welatiyên Sûriyeyê ne û niha li Tirkiyeyê bi karekî ra mijûl in ji ber minasebeta "8ê Adarê Li Cîhanê Roja Jina" daxuyanî da nnûçegihanê AAyê û hêstên xwe anî ziman.
- "Beriya şer jî ji xwe heq û hiqûqa me dihat binpêkirin"
Parêzer Bera el Halîla 27 salî ya bi eslê xwe ji Sûriyeyê ye, niha li Şanliurfayê şêwirmendiya komeleyeke ku xizmetê dide penaberên Sûriyeyê, dike. Halîlê di sala 2012an da zanîngeh kuta kiriye û bi tenê qasî salekê li wê derê karê xwe kiriye.
Parêzera ciwan destnîşan kir ku ji ber tunebûna ewlehî û aramiyê ya li welatê wan tevî malbata xwe bi qasî 5 sal berê koç kirin û xwe spartin bal hin xizmên wan ên li Şanliurfayê û wiha pê da çû: "Ev demeke ez li komeleyê şêwirmendiyê dikim. Alîkariya welatiyên Sûriyeyê dikim. Şikir ji Xwedê ra niha em baş in. Ez ji zarokatiya xwe da dixwazim vî karî bikim lê li Sûriyeyê hiqûq nemaye û hemû hatiye binpêkirin. Ez niha ji ber ku dikarim li vê derê karê xwe bikim gelek kêfxweşim."
Halîlê got ku li Sûriyeyê hemû heq û hiqûqa mirovahiyê di şer da tê binpêkirin û bi taybetî jî jin û zarok pir mexdûr in.
Hekîma pratîsyen Yusra Abbuş a 50 salî ya ku li Navenda Perwerdehiya Siheta Penaberan dixebite jî got ku doxtorî karekî pir pîroz e, lê li xerîbiyê be jî ji ber ku dikare karê xwe bike pir kêfxweş e.
Abbuşê destnîşan kir ku Tirkiyeyê di wextekê pir zor û zehmet da deriyên xwe li wan vekir û ji ber vê jî ew her tim dia ji bo Tirkiyeyê dikin.
Ensaaf Luay a kevanî jî got ku ew 4 sal berê ji bo ku zarokên wê ji perwerdehiya xwe paşve nemînin ji Reqayê hatin Şanliurfayê û wiha dewam kir: "Zarokên min ji dengê bombeyan ditirsiyan û ew der ewle nebû, em di bin talûkeyê da bûn. Ji ber vê jî em zêde li wir nesekinîn. Me gelek zehmetî dît lê bi xêra Tirkiyeyê ra em hêdî hêdî wan ji bîr dikin."
Siyam el-Mihammeda 45 salî ya ku Endazyara Ziraetê ye jî ragihand ku ew 4 meh berê ji ber zilma YPG/PKKya rêxistina terorê ya li Dêrazorê reviyan û derbasî Tirkiyeyê bûn.
Mihammed niha naxebite lê ew jî dixwaze ku karê xwe li vê derê jî bidomîne.
Pispora nexweşiyên zarokan Dr. Vellade Şemmesa 29 salî ya ku li Navenda Perwerdehiya Siheta Penaberan dixebite jî diyar kir ku ew jî sê salin li Tirkiyeyê dijî û ji hemû kesên alîkarî dane ra spas kir.
Emen el-Selemeya ku li Zanîngeha Heranê di beşa biyolojiyê da xwendekare jî got ku ew ji ber ku perwerdehiya xwe didomîne gelek kêfxweş e.
Beyde el Hasan a ji Helebê ku niha li Navenda Perwerdeya Berwext a Saîdê ya li Yaxa Esentepeyê mamostetiyê dike jî destnîşan kir ku ji ber şerê navxweyî wan gelek zehmetî dît û êş û keserên dikişînin jî hêj dewam dike.
Hasanê ragihand ku digel hemû zor û zehmetiyan jiyan didome û lazime ku ew jî hewl bidin.
Mîmar Betul el Saliha ku ji Dêrazorê xwe spartiye Tirkiyeyê jî got ku digel hemû şer û pevçûnan dixwazin ku şer li welatê wan biqede û vegerin ser mal û milkên bav û kalên xwe.