19 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2019
ANKARA
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku ji serê sala 2018an heta niha 74 qaşo jê ji qadroya lîder bi tevahî 2 hezar û 442 terorîst hatin berterefkirin.
Serokatiya Daîreya Têkiliya Bi Gel a WPNê agahiyên der barê bûyerên ku ji serê sala 2018an û heta niha qewimîn da civîna agahdarkirinê li dar xist.
Di civîna li wezaretê hat kirin da Efsera Nasandinê Serdara Behrê Nadide Şebnem Aktopê agahî da û got ku li çar aliyê welêt li hundir û derva têkoşîna li dijî rêxistinên terorê bênavber dewam dike.
Aktopê destnîşan kir ku ji 24ê tîrmeha sala 2015an vir va Sûriye û Iraq jî tev li nav welêt û dervayê sînorê welêt Artêşa Tirkiyeyê dest bi operasyonên berfireh kir û ket wan cihên dihat gotin ku eskerên Tirkiyeyê nikarin bikevinê û xwe bigihîninê.
Di berdewamiya axaftinê da Aktopê agahî da û destnîşan kir ku ji qadroya rêvebiran 12 kesên di kategoriya sor da, 6 kesên di kategoriya kesk da, 8 kesên di kategoriya porteqalî da û 45 kes jî di kategoriya gewr da bi tevahî 74 qaşo jê ji qadroya rêxistinê bi tevahî 2 hezar û 442 terorîst hatin berterefkirin.
- Têkoşîna dijî FETOyê
Aktopê hewla derbeya 15ê Tîrmehê ya FETOyê ku bi lîderiya siyasî ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û bi şirîkatiya Artêşa Tirkiyeyê û hêzên ewlehiyê va hat berterefkirin, bi bîr xist û wiha pê da çû: "Di çarçoveya têkoşîna dijî FETOyê da 15 hezar û 213 personel hatin îxrackirin û der barê 6 hezar û 838 personelan da jî pêvajoya edlî û îdarî dewam dike."