Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî "Zîrweya Bazarên Vejenê" ya ku Komeleya Pisporên Vejenê û Saziya Verastkirina Bazarên Vejenê ku Anadolu Agency (AA) jî "Şirîkê Ragihandina Global" e, çêkir bû û li vir axivî.
Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser guhdarkirina têlefona Wezîrê Vejenê û wiha got: "Hevdîtin û hûrgiliyên der heqê polîtîkayên vejenê yên Tirkiyeyê da guhdarî dikin û bi rêya medyayê belav dikin, ev ne nûçegihanî ye û wek mijara nûçegihaniyê nayê hesibandin."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da wiha got: "Îro dertê meydanê ku bûyerên Geziyê û yên 17 û 25ê kanûnê çi bûn û çi ne? Ez ê cardin bêjim, wê gelek tişt derkevin holê. Tiştên veşartî wê eşkere bibin. Ji bo vê çi ji destê me were em ê bikin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser bûyerên li Cizreyê û got haya me ji lîstika li Cizreyê heye û wiha dewam kir: "Em îro dibînin ku dixwazin li Cizreyê çi bikin û em li gor wê tevdîran hildidin. Hûn dibînin ku hin kes bi cil û bergên fermî yên dewletê û bi wesaîtên dewletê bombeyan datînin keviya rê? Û dîsa hin rayedarên dewletê di pey ra tên û diqefêlin, hemd ji Xwedê ra. Êdî em ketine şikeftên wan. Em gelek baş zanin ku ji ber çi derdî, ji ber çi pirsgirêkê dixwazin di qada navneteweyî da welatê me bi terorê ra hevbeş û hevkar nîşan bidin. Ji bo ku Tirkiye negihêje armanc û hedefên xwe li hundir û derveyî welêt bi kîjan derdoran ra îtifaqê çêdikin, haya me jê heye. Li ku derê çi dexesiyê dikin, kî alîkariya wan dike û pêşî û paşê wan jî di nav da, em baş dizanin."